Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Yeni
Çiroken Zindane - Halkkitabevi

Çiroken Zindane

Stok Kodu
9786256274143
Boyut
13x19.5
Sayfa Sayısı
200
Basım Tarihi
2025
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
1. Hamur
260,00TL
%28 İNDİRİM
187,20TL
Taksitli fiyat : 9 x 22,88TL
Stokta var
9786256274143
1014935
Çiroken Zindane
Çiroken Zindane
187.20

Ez hêvî dikim ku hûn ê ji vê pirtûkê hez bikin. Bêguman derdên me, êşên me, kul û kederên me jî hene. Lê ji van pirtir hêviyên me, hezkirinên me, hesretên me hene. Hûn jî dizanin, jiyan ti carî nasekine û sekinîn li jiyanê nayê. Em wek girtiyên polîtîk êşên xwe dikin hêz û meşa xwe ya azadiyê berdewam dikin. Lewra jî berpirsiyarên zindanê li me heyirî dimînin. Car caran dipirsin, “Gelo hûn çima ewqas bimoral in, hûn vê hêza xwe ji çi digirin?” Bêguman em hêza xwe ji dayikên aştiyê, ji dayikên şemiyê digirin, ji nirxên xwe û bîrdoziya xwe digirin. 
Belê hevalno, ev pirtûk bi derfetên biçûk lê bi hêviyên mezin derket holê. Me careke din jî dît ku piştgirî, hevaltî, rihê kolektîf û hevpar dîwarên zindanan bê wate dikin. Em dizanin ku gelek hevalên me yên di zindanan de gelek pirtûk nivîsandin, berhemên giranbiha derxistin holê. Bila hemû kes bizanin ku zindan ji bo me ne cihê razanê ye. Em dizanin yek bi yek derketina me ya derve ne çareserî ye. Hewce ye ku em pergala xwe ya demokratîk ava bikin û deriyê zindanan bi temamî bigirin. Ew roj zêde ne dûr in, wekî helbestvanê hêja Adnan Yücel jî dibêje, “Heya ku rûyê erdê bibe rûyê evînê,” em ê li ber xwe bidin.
Ez silav û hezkirinên xwe ji bo xwendevanên biqîmet dişînim. Bi hêviya rojên azad. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Berxwedan jiyan e.
Leyla Güven

Kapat