Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Riya Hundirin - Halkkitabevi

Riya Hundirin

Stok Kodu
9786259820330
Boyut
13.5x21
Sayfa Sayısı
202
Baskı
1
Basım Tarihi
2024-06
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
350,00TL
Taksitli fiyat : 9 x 42,78TL
Stokta var
9786259820330
987588
Riya Hundirin
Riya Hundirin
350.00

Nexweşxaneya Jinan û Zarokanînê

Suzan, Frau Adler, Sabîra, Turkan Aydin û Maî Lîn… Odeya Jinan. 

Riya Hûndirîn a Gülsen Gülbeyazê rasterast romaneke jinan e ku behsa serboriyên pênç jinan dike. Jinên ku yan zaroka wan ji ber wan çûye, yan malzaroka wan hatiye betalkirin yan jî kurtaj bûne. Ev pênç jinên ku ziman, bawerî, çand û temenê wan ji hev cuda ne, bêyî xwesteka xwe li odeyeke nexweşxanê têne ba hev. Di vê odeya ku bav, mêr û yar li “derve” dimînin de; her çiqas birîndar, nexweş û hatibin perçiqandin jî, ev jinên hanê hewl didin ku riyekê ji xwe re bibînin: Riyeke Hûndirîn. Heft rojên ku nivîskar behsa wan dike, şahidiya welidînekê dike ku dişibe serboriya di Beşê Destpêkê yê Peymana Kevin de jî derbas dibe. Di Nexweşxaneya Jinan a Zarokanînê de, çima “jin”jî newelide? 

Di Riya Hûndirînê de jin, ne tenê bi mêrantiya serdest, regezperestî û kedxwariyê re; lê bi xwe re jî rûbirû dimînin. Riya Hûndirîn, romaneke wiha balkêş e ku sedem û çawaniya vê yekê bi serpêhatiyên jiyanê re pêşkêşî me dike…    

Kapat