Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Seher - Halkkitabevi

Seher

Stok Kodu
9786052930090
Boyut
13.5x21
Sayfa Sayısı
144
Basım Tarihi
2018-01
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
160,00TL
%20 İNDİRİM
128,00TL
Taksitli fiyat : 9 x 15,64TL
Stokta var
9786052930090
878364
Seher
Seher
128.00

Ji ber ku barê wergerandina pirtûka ku min li girtîgehê nivîsand girtin ser xwe û wergerandin zimanê min ê zikmakî Kurdî, ji dil û can malavayiya Weşanxaneya Aramê û hevalê xwe yê wergêr Rêdûr Dîjle dikim.

Dil dixwest ku min bi zimanê xwe Kurmancî an jî Dimilkî binivîsandana. Lê belê wekî Kurdekî nesîbê xwe ji asîmlasiyona ku perçeyeke ji qirkirina çandî ya li ser gelê kurd e wergirtiye, mixabin ev yek ne pêkan bû. Lewma ev werger kêmasiyeke min a mezin temam dike û min rûmetyar dike.

Hîn jî baş nikarim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim. Di vî warî de helbet gelek kêmasiyên min jî hene. Lê ligel her tiştî jî diviya ku min ji bo hînbûn û pêşvexistina zimanê me yê zikmakî, baş hewl bidana.  Hêvîdar im ku di vî warî de ciwanên Kurd min esas negirin.

Lê dîsa jî, wergera Kurdî ya pirtûkê ez pir kêfxweş kirim. Wê dahata vê pirtûkê ji bo Weşanxaneya Aramê be û wê piştgiriya wêjevanên ku bi Kurdî dinivîsin bê kirin. Eger we versyona Tirkî ya pirtûkê stendibe jî, lê ji bo destekirina wêjeya Kurdî teqez Kurdiya wê jî bistînin, bixwînin û bidin xwendin.

Careke din mala hemû kesên ku ked dane ava be.

Kapat